Li gundê Xursê jin hinarê dikin rengê jiyanê

Li gundê Xursê yê girêdayî Qoserê, jin hinarên ku di baxçeyên xwe de çandine, bi rêbazên kevneşopî vediguherînin ava hinarê û hinartirşê. Ev kevneşopiya hilberînê ku ji nifşekî derbasî nifşekî din bûye, bi saya keda van jinanzindî tê hiştin.

EKÎN STÊRK

Mêrdîn – Li gundê Xursê yê girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê ye, bi hatina demsala payîzê re jinan dest bi berhevkirina hinarên ji baxçeyên xwe kirin. Hinarên ku bi baldarî ji şaxan tên berhevkirin, bi keda destan a van jinan û bi karanîna rêbazên kevneşopî, vediguherin ava hinarê û hinartirşê. Ev hilberîna demsalî ku her sal tê kirin, ne tenê amadekariyek ji bo mehên zivistanê ye, di heman demê de mîraseke çandî ye ku ji nifşekî derbasî nifşek din dibe. Berhevkirina ku li baxçeyan dest pê dike, bi hewldana kolektîf û keda giran a jinan li hewşên malên wan berdewam dike û di dawiyê de dighîje ser sifreyan. Jin dema ku behsa pêvajoya amadekirina berhemên hinarê dikin, tekez dikin ku ev karekî zehmet e ku kedeke mezin dixwaze.

‘Em bi hezkirin dikin’

Fatma Aydemir ku ji sala 1977’an ve li gundê Xursê dijî, ragihand ku ew û malbata xwe di salên 2000’î de ji ber şert û mercên aborî çûne Stenbolê û 18 salan li wir mane, piştre, ji ber hesreteke kûr a ji bo gundê xwe, vegeriyane. Fatma bi xwedîkirina zevî û baxçeyê xwe re mijûl dibe û tê de titûn, darên fêkiyan û cureyên cûda yên sebzeyan diçîne. Wê diyar kir ku bi hatina payîzê re, dema berhevkirina gelek ji van berhemên di nav de hinar jî heyî, tê. Fatma bi gotina ku di baxçeyê wan de çend darên hinarê hene, wiha domand: “Ez ava hinarê û tirşa hinarê çêdikim. Ez vana bi xizm, zarok û mêvanên xwe re parve dikim. Em dema xwe bi van karan derbas dikin  û em van karan bi hezkirin dikin.”

Xwarineke delal ji bo ser sifreyê

Fatma Aydemir diyar dike ku ew di meha Cotmehê de dest bi berhevkirina hinarên xwe dikin û pêvajoya amadekirinê wiha vedibêje: “Em hinarên ji ser şaxan didin hev. Paşê em wan tînin malê, dişon, dikin du perçe û tovên wan derdixin. Piştre, em dest bi pelçiqandina tovan dikin; pêşî bi makîneyekê û paşê ez bi destên xwe pêvajoyê temam dikim da ku hemû ava wan derxim. Di dawiyê de, ez wê datînim ser agir û dihêlim bi saetan bikele. Gava ku tîr dibe, em wê dikin şûşeyan. Ev pêvajoyeke dijwar e, lê di heman demê de kêfxweş e jî. Li çiyayên me, xelk ji tirî dimsê çêdikin. Em jî heman tiştî bi hinarê dikin. Di zivistanê de em wê li gel xwarinên xwe dixwin, her wiha ji bo çêkirina xweşavê jî bi kar tînin. Ji ber ku amadekirina wê gelek kedê dixwaze, çêtir e ku mirovên zêdetir alîkariyê bikin. Zehmetiyên vî karî hene, lê herêmeke wisa ye ku jiyan bi xwe jî carna dikare dijwar be. Ez ava hinarê an jî tirşa hinarê ku çêdikim nafiroşim. Ez wê tenê ji bo malbata xwe amade dikim.”

Pêdiviyeke zivistanê

Fatma Aydemîr, diyar kir ew ji bilî amadekirina hinarên çêkirî, fêkiyan jî ji bo zivistanê hişk dikin û wiha got: “Em her wiha ji sebzeyan konserveyan çêdikin û tiştên wekî bastêqan amade dikin. Em hinekî ji van ji bo dema hatina mêvanan vediqetînin. Em ji bo amadekariya zivistanê çi ji destê me tê dikin. Gava em bi xwe û bi rêbazên xwezayî van tiştan amade dikin, tam û çêja wan gelekî xweştir dibe.”

Fatma anî ziman ku pêvajoya amadekirina hinarê ji gelek qonaxan pêk tê û wiha lê zêde kir: "Ji daran berhevkirin, anîna malê, derxistina daneyên hinarê yek bi yek, kutana wan û kelandina wan; ev hemû karên gelekî westîner û zehmet in. Berê her tişt bi destan dihat kutan, lê niha ku makîneyên elektrîkî hene, kar hinekî hêsantir bûye. Em wan dikin makîneyekê da ku bên kutan, paşê jî ez pêvajoyê bi destan temam dikim da ku ava wan derxim.”

‘Xurs havînê pir xweş e’

Fatma Aydemir, bi gotina ku jiyana gund xweş e lê di zivistanê de dibe ku hinekî zehmet be, wiha domand: “Zivistanê, berf pir caran dibe sedema qutbûna elektrîkê û rewş zehmet dibe. Lê havînê, bi rastî gelekî xweş e. Tevî hemû zehmetiyan, atmosfêra gund gelekî xweş e. Ne ku ev gund Xurs be. Xurs havînê pir xweş e.”

Terikandina jiyana Stenbolê ji bo vegera li gund

Muazzez Çeçen, ku zewicî û li gundê Xursê bi cih bû, da zanîn ku her çiqas demekê çûbin Stenbolê jî, dawiyê ji ber hesreta kûr a ji bo gundê xwe vegeriyane. Muazzez Çeçen ku herêma xwe wekî ya herî xweş bi nav dike, diyar kir ku jiyana li bajarên mezin ji bo wan pir zehmet bûye, lewma salek berê vegeriyane. Muazzez wiha got: “Em herin ku derê jî, em ê her tim vegerin gundê xwe. Ji dema vegerê ve, bi lênêrîna mal û baxçeyê xwe ve mijûl im. Ez ji gundê xwe hez dikim. Hemû xizmên min li vir in. Li Stenbolê jiyaneke rastîn tune bû. Kesên ku dibêjin jiyana li Stenbolê baş e, bi rastî ne wisa ye. Jiyana herî zehmet li van bajarên mezin derbas dibe. Em vegeriyan, lê zarokên min hîn jî li wir in; xwezî min bikariya wan jî bînim. Jiyana li vir, ji jiyana li wir hezar carî çêtir e.”

 ‘Em vî karî bi evîn û hezkirinê dikin’

Muazzez Çeçen, ragihand ku bi hatina payîzê re wê jî dest bi amadekariyên zivistanê kiriye û wiha domand: “Ev karekî zehmet û giran e. Lê em bi evîn û hezkirinê dikin. Gava tiştek bi evînê tê kirin, tam û çêja wê bi temamî cuda dibe. Helbet, wekî jin, em gelekî diwestin. Hem amadekariyên zivistanê û hem jî karên malê em bi hev re dikin. Her kesê ku dixebite diweste; tenê ew e ku barê berpirsiyariyên jinan zêdetir e. Bo mînak, dema em van hinarên xwe amade dikin, em hemû qonaxan bi destên xwe bi cih tînin.”